اخباركردستان

منسقية الشباب الكورد في روج آفا تعلن عن مساندتها و مشاركتها لمؤتمر شباب الشرق الأوسط

منسقية الشباب الكورد في روج آفا تعلن عن مساندتها و مشاركتها لمؤتمر شباب الشرق الأوسط الذي سينعقد في باشور كردستان.
المؤتمر سينعقد بطلب من مبادرة شباب باشور كردستان

Ji bo ciwanên Kurdistan û tevahî Rojhilata Navîn,

li ser bingeha bangawaziya Ciwanên Başurê Kurdistanê ku di vê mehê de li
Konferansekê Ciwanên Rojhilata Navîn li cem xwe bi rêxistin dikin, em jî wekî
Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê piştgirî û beşdarbûna xwe ji bo
vê konferansê radigihînin.
Însyatîfa Ciwanên Başur ji bo nîqaş kirina aloziya Rojhilata Navîn, pirsgirêkên
ciwanan û riyên çareseriyê bi rûmet e û hewldanekê pîroz e ji bo ku di nava
geşêdanên tevlîhev de, di nava şerê Rojhilata Navîn de li pêşiya ciwanan ronî bike. Bê
guman em wekî Kordînasyona Ciwanên Kurd dibînin ku beriya her tiştî diviyabû me
konferansekê netewî ya ciwanan lidarxistiba û her wekî din em di vê qenaetê de ne ku
çareseriya aloziya Rojhilata Navîn bi pêşeroja çar perçeyên Kurdistanê ve girêdayî, ji
ber vê yekê bangawaziya me carekê din Kongreya Netewî ye.
Li ser vê bingehê yekitiya gelan li Rojhilata Navîn pir girîng e. Çawa ku em
perçekirina Kurdistanê û pîlanên dagirkeriyê li ser welatê xwe tenê bi riya yekitiya
gelê xwe dikarin derbas bikin û vala derxînin, ji bo Rojhilata Navîn jî heman tişt
derbasdar e. Bi sedan salan hêzên desthilatdar û dagirker bi navê netewperestî û ol û
mezheban gelên vê herêmê li hemberî hevdu dane şer kirin. Êdî dema vê hatiye ku em
van lîstokên qirêj baş fêmbikin û bi pêkanîna biratiya gelan li ser erdê vala derxînin.
Şoreşa Rojavayê Kurdistan û avakirina Federaliya Bakurê Suriyê ji bo vê yekê
nîmune ye û dikare bibe mînak ji bo tevahî Rojhilata Navîn. Li vir Kurd, Ereb,
Suryan, Ermen, Tirkmen, Êzidî, Misilman û Xristiyan bi hevdu re jiyan dikin. Li ser
bingeha çanda xwe, nasnameya xwe, zimanê xwe û hebûna xwe hemu bi hevdu re vê
şoreşê avadikin û diparêzin.
Li ser van bingehan em tevlî bangawaziya Ciwanên Başurê Kurdistanê dibin û em jî
bang li tevahî pêkhateyên herêmê, ciwanên ereb, suryan, tirkmen, êzidî, misilman û
xristiyan dikin ku beşdarî vê konferansê bibin.
Bijî Yekitiya Netewî!
Bimre dagirkerî!
Bijî biratiya gelan!
Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê,
05.05.2018

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى