Kurdîاخبار

‘Divê Kurdistanî bi coş û kelecaneke mezin tevlî festîvalê bibin’

D . RIZGAR QASIM

Serokê Tevgera Nûbûnê ya Kurdistanê Qasim ji bo Festîvala Çanda Kurd banga tevlîbûnê kir û got, “Em li bendê ne ku gelê me bi coş û kelecaneke mezin tevlî festîvalê bibe.”

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku ji sala 1992’an û vir ve bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, cara 26’an wê roja Şemiyê li bajarê Dînslaken ê eyaleta NRW a Elmanyayê bê lidarxistin. Festîval wê bi dirûşma “Ji bo aştî û demokrasiyê, azadî ji Ocalan re” û “Xwedî li Efrînê derkeve” pêk were. Tê payin ku bi hezaran kes ji gelemperiya Ewropayê tevlî festîvalê bibin.

Festîvala îsal wê bi pêşengiya Platforma Efrînê bê organîzekirin. Serokê Tevgera Nûbûnê ya Kurdistanê û endamê Komîteya Amadekar Dr. Rizgar Qasim li ser mîsyon û girîngiya Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî axivî û bang li Kurdistaniyên li gelemperiya Ewropayê kir ji bo tevlî festîvalê bibin. Endamê Komîteya Amadekar Dr. Rizgar Qasim bal kişand ser zor û zehmetiyên ku dewleta Elman di dema amadekariya festîvalê de derxistiye û got, tevî vê yekê jî amadekarî qediyane û festîval wê di roja xwe de pêk were.

‘EM DI PÊVAJOYEKE GELEKÎ GIRÎNG Û HESAS DE NE’

Qasim işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê kir û got, “Ji bo em nîşan bidin ku li dijî tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan û dagirkirina Efrînê ne, ji bo em dengê xwe bigihînin tevahiya dinyayê, em festîvala xwe bi şiyara ‘ji bo aştî û demokrasiyê, azadî ji Ocalan re’ û ‘Xwedî li Efrînê derkeve’ li dar dixin. Di festîvalê de wê êrîşên dewleta Tirk ên li Şengalê û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê jî bên şermezarkrin.”

Qasim got, beriya festîvalê wê resepsiyon û panel bên lidarxistin û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ji bo tevlî Festîvala Çanda Kurd bibin. Serokê Tevgera Nûbûnê ya Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim destnîşan kir ku weke gelê Kurd ew di pêvajoyeke gelekî hesas û girîng de ne û wiha pê daket: “Bi taybetî li Rojava em di pêvajoyeke hesas de ne. Dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, êrîşên li ser Şengalê, Başûr û Bakurê Kurdistanê dewam dikin.

Girîng e gelê me yê li Ewropayê bi tevlîbûna xwe ya li festîvalê li ber van êrîşan rabe. Lewma gelekî girîng e ku gelê me tevlî festîvalê bibe. Em li bendê ne ku di serî de gelê me yê li Elmanyayê, gelê me yê li tevahiya Ewropayê roja Şemiyê bi coş û kelecaneke mezin tevlî festîvalê bibin.”

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى