Kurdî

Yekîtiya Ciwanên Rojava

Ji raya giştî û ragihandinê re!
Di van kêliyan de Dewleta faşîst a Tirkiye êrîş
li ser gelê me û axa me li Efrînê dike. Bi balafirên şer bajêr gund, deşt û çiya bombebaran dike. Ev
demekî dirêj şerê ku li Efrînê destpêbike di rojevê de ye û niha jî bû rastiyê li ser erdê. Wekî
Yekitiya Ciwanên Rojava me hertim parastina xak û gelê xwe ji xwe re esas girtiye. Li ser vî esasî 
em niha jî banga seferberiyê dikin. Divê her ciwanekî xwedî şeref û namus, xwedî cesaret û bawerî
di vê demê de silah hilgire li ser milê xwe û di refên parastina Rojavayê Kurdistan de cih bigire.
Dema axaftin bi dawî bû. Wana şer dixwazin, em ê şer bidin wan. Em ê xaka Rojava ji Erdoğan û
Bahçelî re bikin goristan.
Heger were bîra her kesî Erdoğan di dema Kobanê de jî her roj qîr dikir, digot: „Wê Kobanê îro
bikeve, sibe bikeve.“ Wan gotinan dikir, lê bi berxwedana lêhengî ya hezaran şehîdan Kobanê
neket, bû sembola vîna azad a gelan. Binerin, em îro gihîştine kuderê! Gelên Bakurê Suriye dest
dan hev û bi têkoşîna xwe ya hevpar, Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen, Ermen û Aşurî me tenê xwe
neparast, lê me Dewleta Îslamî ya DAÎŞ’ê hilweşand, peytexta wê Reqa di encama ked û şehadeta
sedan şervanên azadiyê ji zilm û faşîzmê rizgar bûye. Bi saya vê têkoşînê û xwîna şehîdan biratiya
gelan û demokrasî li Suriye mîsoger bû.Îro carekê din hesabên qirêj dikin, lê bila her kes bizane ku
ev yek ji ber neçariya xwe dikin. Erdoğan dixwaze di vê zivistanê de li dijî tevgera me encam bigire
û dizane heger encam negire, wê ev buhar bibe buhara têkçûna faşîzma Tirkiye. Wê bibe buhara
şoreşa gelan.
Hebûna Dewleta Tirk li ser axa Suriye ne rewa ye û wekî ciwanên Bakurê Suriye em ê hebûna wî li
ser axa xwe ti carî qebûl nekin. Bila bizanin, çawa ku Kobanê bû destpêka dawiya DAÎŞ’ê ye, wê
Efrîn jî bibe destpêka dawiya Erdoğan. Em ê tevahî sînor veguherînin qada şer li dijî dagirkeriyê. Li
ser vî esasî em bang li tevahî ciwanên şoreşger û demokratîk dikin da ku li hemberî faşîzma Tirkiye
serî hildin. Em bang li ciwanên şoreşger û demokratîk li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi taybetî
dikin da ku li hemberî dîktatoriya AKP-MHP serî hildin. Her wiha em bang li tevahî ciwanên
Rojava û Bakurê Suriye dikin da ku di refên parastina gel de cihê xwe bigirin, tevlî YPG û YPJ
bibin, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi her awayî serî hildin!
Bijî berxwedana Efrînê!
Bijî Serok APO!
Serî Hilde, Serî Hilde, Serî Hilde!
Yekîtiya Ciwanên Rojava

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى