Kurdî

Kurdistan: Gotinên Ebadî me nagihîne ti encamekê

Hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva Serokwezîrê Iraqê dide û radigihîne, gotinên Ebadî me negihîne ti encaman û eger hikûmeta Iraqê bi rastî niyeta çareserkirina arîşeyan heye, bile li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi gotûbêjeke ciddî bike.
Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî roja Çarşemî 10ê Çileya 2018ê di daxuyaniyekê de bersiva Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da, ku roja Sêşemî 9ê Çile piştî civîna civata wezîran a Iraqê  derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de axivibû.
Sefîn Dizeyî ragihand: “Daxuyaniyên Heyder Ebadî bûne modeyeke heftiyane û heman tiştan dubare dike, ti encam jî nînin.”
Sefîn Dizeyî dibêje: “Eger bi rastî hikuemta Iraqê niyeta çareseriya pirsgirêkan heye, bila dest bi gotûbêjên cidî bike û li gorî destûrê pirsgirêkan çereser bike ku encama wê di berjewendiya hemû Iraq û herêma Kurdistanê de be. Bi hêvî me ji niha û pêve em ji qonaxa daxuyaniyên rojnamevanî derkevin û derbasî qonax û gavên piraktîkî bibin.”
Dizeyî herwiha tekez dike, ji dema ku Ebadî derbarê şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê de diaxive, tenê axivtin bûne û nebûne kiryar.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got: “Ji dema ku Ebadî behsa şandina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistan kiriye, heya niha ti gavek piraktîkî nehatiye avêtin, tevî ku lîsta bi navên fermanberên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê jî ji bo Bexdayê hatiye şandin, lê ti mûçe heya niha nehatiye şandin.”
Dizeyî dibêje: “Ya ku niha Iraq li hember xelkê Kurdistanê dike, cezakirineke bi kom e û ji bilî wê yekê ti pênaseke din jê re nabe. Welatiyên Herêma Kurdistanê jî bi başî ji vê rastiyê têgihîştine, û berî konfransên rojnamevanî dizanin ka dê çi were gotin, çimku heman riste û peyvên dubare ne û tişteke din nîne.”
Berdevkê hikumeta herêma Kurdistanê derbarê axavtina Ebadî ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û dahata wê de jî da xuyakirin, “hemû ew zanyariyên ku Ebadî behsa wan dike, şaş in” û di çend rojên bihê de dema ku kompaniya Dilliot bi hûrbînî amarên dirist belav bike, dê wê demê rastî zelal bibe.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî Sêşemiyê di konfranseke rojnamevanî de li Bexdayê ragihandibû, ew dê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişînin, lê dabû xuyakirin, ew dê wan “mûçeyan bi rêbaza xwe” bişînin. Ebadî nedabû xuyakirin, ku mebesta wî ji wê rêbazê çî ye.
Heftiya bihorî şandên wezaretên Perwerde û Tendirustî yên Herêma Kurdistanê çûne Bexdayê û beşdarî di civîneke wê komîteyê de kirin, ku Ebadî ji bo hûrbîniya lîsteya mûçeyan a fermanberên Herêma Kurdistanê pêkaniye.

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى