Kurdîاخبار

Wateya 15 tebaxê ji bo kurdan

D. Rizgar Qasim

<Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Dr. Rizgar Qasim jî behsa bandora 15`ê Tebaxê li ser gelê Kurd kir û got: “Pêngava 15`ê Tebaxê di dîroka gelê Kurdistanê de, pêngaveke dîrokî bû. Pêngava 15`ê Tebaxê dîwar şikandin û ji nû ve ruh da gelê Kurd ku bi salan di xewê de bû. Di heman demê de, 15`ê Tebaxê sînorek ji hovîtiya dewleta Tirk re danî.”

<Qasim got Pêngava 15`ê Tebaxê kesayeteke kurdî ya xurt ava kir.

<Herî zêde li Rojavayê Kurdistanê bandora Pêngava 15`ê Tebaxê diyar e. Bi îlham û israra ku gelê Kurd li Rojava ji Pêngava 15`ê Tebaxê girtiye, di 19`ê Tîrmeha 2012`an de dest bi şoreşa xwe kir.

<span;>Çawa ku di wê demê de, kesî nikaribû li hemberî dewleta faşîst û qirker dest bi têkoşîna çekdarî bike, Pêngava 15`ê Tebaxê ev tirs şikand, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi pêşengiya şervanên QSD`ê, Kurdan li dijî xeternaktirîn rêxistina terorîst DAIŞ`ê şerê rizgarkirina mirovahiyê, ragihand. Berxwedana QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê, ji hemû hêzên din ê herêmî re bû îlhamek ku ew jî şerê DAIŞ`ê bikin. Beriya têkoşîna QSD`ê artêşên mezin ên wekî Iraqê ji pêşiya DAIŞ`ê direviyan”

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanê Rizgar Qasim jî diyar kir ku piştî 37 ji destpêkirina Pêngava 15`ê Tebaxê re, bandoreke xwe ya mezin li ser guhartinên siyasî yên herêmî, di nav de Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de hebû. Rizgar Qasim got: “Gelê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê hêza xwe ji fikir û bingeha Pêngava 15`ê Tebaxê girt. Bi taybet bandor li Rojavayê Kurdistanê û şoreşa wê kir ku  îradeya xwe ji 15`ê Tebaxê girt.”

>Qasim da zanîn ku bi ruhê 15`ê Tebaxê hemû hincetên ku digotin berxwedan li Rojavayê Kurdistanê tune ye û partiyên îslamî propogandaya vê yekê dikir, bê watebûn>

ANHA

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى