آخر الأخبار
Kurdî

DaxuyanîyaTevgera Nûjen a kurdistanî:

DaxuyanîyaTevgera Nûjen a kurdistanî:

Rojavayê Kurdistanê îro di qonaxeka dîrokî ya veguhêz ra derbas dibe û ji 10ê adara 2025an ve, pêvajoyeka sîyasî ya nû bi rê ve diçe û ji 29ê kanûnê ve entegrasyona bi dewleta Sûrîyeyê ra dest pê kirîye. Ji bo biserketina vê pêvajoyê û avakirina Sûrîyeyeka pirreng, pêwîst e serê pêşîn zimanê kurdî fermî bê nasîn, wekî zimanê perwerdeyê li herêmên rojavayê Kurdistanê bê pejirandin û hemû dezgeh û sazîyên ziman û perwerdeyê bi awayekê layîq û demokratîk entegre bibin. Lewra nasîna zimanê kurdî, pîvana sereke ya welatînîya wekhev û demokrasîyê ye. Lê mixabin, ji van bûyerên dawî yên Koşka Dadê ya Hesekê em tê digihîjin ku hikûmeta demkî ya Şamê, dil heye ku sîyaseta nijadperestî û yekzimanîyê dîsa li Sûrîyeyê bi rê ve bibe û wekî hikûmeta berî xwe, zimanên din tune bibîne. Di vê çarçoveyê da, kiryarên ku tên kirin û daxuyanîyên fermî yên rayedarên hikûmeta Şamê, cihê şermezarîyê ne. Kurd ku neteweyeka resen a vê axê û vî welatî ne, mafê wan heye ku zimanê wan fermî be û di hemû dam û dezgehên hikûmetê da li herêmên kurdan, bê bikaranîn. Kurdî, nirxekê bingehîn ê Sûrîyeyê ye û beşeka sereke ya serwerîya vî welatî ye. Divê dewlet, kurdî jî di nav da, parastina hemû zimanên zindî yên Sûrîyeyê, erka xwe ya sereke bibîne.
Li şûna qedexekirin û tunedîtina kurdîyê, em li bendê bûn ku hikûmeta demkî ya Şamê, serê pêşîn sembol û şûnmayên dagirkerîyê li Efrîn û Serê Kanîyê ji holê rake û li wan deveran rê li ber zimanê kurdî veke ku ew dever herêmên kurdan in.
Di heman demê da, modela dersa bijare ku heftane du saet e, bi rastîya miletê me ra ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, li hev nake û neheqîyeka herî mezin e ku li ber avakirina Sûrîyeyeka yekreng û navendî, rê xweş dike.
Zimanê me, mafê me yê rewa ye û naskirina wî, mercekê jêneger ê biserketina vê pêvajoya nû ye. Loma em ji hemû hêzên navdewletî -bi taybetî aktorên ku di Sûrîyeyê da wekî garantor têne naskirin- daxwaz dikin ku di vî warî da bi roleka erênî rabin da ku mafê me yê zimanî, di destûra nû da bê misogerkirin. Ji serokkomarîya Sûrîyeyê jî daxwaz dikin ku bi biryarnameyeka taybet, zimanê kurdî wekî fermî nas bike heta ku destûra bingehîn tê danîn. Herweha ji gelê xwe jî hêvî dikin ku li vê destkeftîyê bi xwedî derkeve û ji bo avakirina siberojeka ron û biewle ji zarokên xwe ra, bi yek dengî bang bike.
Roja Zimanê Kurdî ku salane 15ê Gulanê tê pîrozkirin,em tevgera nûjen a kurdustanî ji niha ve li gelê xwe, li xebatkar û mamostayên zimanî û hemû kurdperwerên ku di ber da ked dane, pîroz dikin.

Tevgera Nûjen A Kurdistanî

مقالات ذات صلة

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى